Amerîka: Îran têkderê ewlekariya deverê ye

dibêje Îran gefe li ser ewlekariya deverê.
کوردستان TV
100%

Koşka spî derbarê rêkeftina navbera Siûdiye û Îranê daxuyanî da.

Qordînatorê karûbarên steratejîkî yên civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê John Kirby derbarê rêkeftina normal kirina têkiliyên navbera Îran û Siûdiyeyê de helwesta Amerîkayê diyar kir.

John Kirby di bersifa pirseke çapemeniyê ya derbarê vê rêkeftinê de diyar kir ku, rejîma Îranê rejîmeke têkdere û gefeke mezine li ser ewlekariya deverê û berdewame li ser piştîvanî kirina komên çekdar weke hizbula, ensarulah û hemasê.

Nav hatî eşkere kiriye ku, eger ev rêkeftina han û normal kirina têkiliyan li gel Îranê dibe sedema parastina ewlekariya Siûdiyeyê vê demê Amerîka piştîvaniya vê rêkeftinê dike.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.