Navenda îstîxbaratî ya Rûsî hate teqandin

di encama teqînê de gelek kuştî û birîndar çê bûne.
کوردستان TV
100%

Li nêzî sînorê Ukraynayê ev navend hatiye teqandin.

Li gor çapemeniya cîhanî îro pêncşem 16ê Adarê li navçeya Rostov-on-Don ya nêzî sînorê Ukraynayê, teqîneke mezin di navenda îstîxbarata Rûsyeyê de çê bûye.

Çapemeniya cîhanî qala vê yekê dike ku, ev teqîn mimkune ji aliyê hêzên Ukraynî ve pêk hatibe û di encama teqînê de agireke mezin çê bûye û gelek kuştî û birîndar jî hene.

Heta niha Rûsye li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.