Mesrûr Barzanî: Lazime xizmeta malbet û kesûkarên şehîdên were kirin

dibêje lazime hikûmeta federalî jî erkê xwe li hember Helebceyê cîhbicîh bike.
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî peyamek derbarê kîmiyabaran kirina Helebceyê de belav kir.

Îro salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyêye û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyamek belav kir ku, ev naveroka vê peyamê ye;

Îro birêzdarî ve şehîdên stem lêkirî yên kîmiyabarana Helebceyê bibîr tînin ku, di tawaneke hovane de bûne qurbanî û hertim di nava dil û wêjdana gelê Kurdistan û mirovatî de bi zindîtî dimînin.

Di vê bîranîna xemngîn de helwesta hikûmeta federalî bo bi fermi qebûl kirina parêzgeh bûna Helebceyê bilind dinirxînin ku, çend sale li parlementoya Kurdistanê biryar li ser hatiye dayîn. Her di vê bîranîna han ya dilhejên de, ev yek dubare dikin ku, lazime hikûmeta federal berpirsiyartiya xwe ya exlaqî cîhbicîh bike û weke ku, di destûrê de hatiye, bi awayeke hêja qerebûya kesûkar û malbetên şehîdên Helebce, enfalkiriyan û tevahiya zirardîtî û qurbaniyên destê rejîma Besê bike û di serdana dawî ya birêz Serokwezîrê federalî de bo herêma Kurdistanê me tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina ev xala han ya destûrê kir.

Her çend 35 sal bi ser ev tawana han re derbas dibe, lê mixabin hîn jî birînên kes û karên şehîdan û berketiyên êrîşa kîmiyayî yên Helebceyê nehatiye sarêjkiirn û êş û azarên qurbaniyên tawanên rejîma berê yê Îraqê bi dawî nehatine lewre erkê her aliyekêye bi taybetî hikûmeta federalî û civaka navnetewî ye, ku, hevkar û alîkar bin vê ku, xizmeteke zêdetir û hêja ya xelkê berxwedêr û qurbanîderê Helebceya şehîdan, navenda rewşenbîrî, zana, dana û arifên navdar yên Kurdistanê bikin û vê bajarê avedantir bikin.

Herwiha tekez li ser desthilatdariyeke pak dikin ku, dûr be ji dest têwerdana kesî, hizbî û pêşiya dezgehên hikûmetê neyê giritn daku, baştir xizmeta xelkê stemlêkirî yê Helebceyê were kirin.

Silav bo rihê paqêj yê şehîdên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdistanê

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

16.3.2023

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.