Îro salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê ye

beriya 35 salan Helebceyê bi çekên kîmiyayî hatibû kîmiyabarankirin.
کوردستان TV
100%

Herî kêm 5 hezar welatî şehîd bibûn.

Îro 16ê Adarê 35mîn salvegera kîmiyabaran kirina bajarê Helebceyêye bi destê rejîma berê yê dîktator yê Îraqê.

Di roja 16 Adara 1988an de rejîma Behsê di çarçoveya steratejiya xwe ya bo qir kirina gelê Kurd de, du caran bi çekên kîmiyayî bajarê Helebceyê kîmiyabaran kir û di encama kîmiyabarana han de herî kêm 5 hezar kes şehîd bûn û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn.

Her çend heta niha gelek berketiyên çekên kîmiyayî jî şehîd bûne lê prosesa derman kirina wan ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve jî berdewame.

Îsal di demekê de şehîdên kîmiyabaranê têne bibîr anîn ku, li ser biryara Serok Barzanî, hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê beriya çend salan Helebce weke parêzgeh hatibû nasîn û vê îsal jî hikûmeta federalî ya Îraqê jî bi fermî Helebce weke parêzgeh bide nasîn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.