Tirkiye dixwaze 20 bendavên din ava bike.
Wezareta çavkaniyên avê ya Îraqê ragihandiye ku, hikûmeta Tirkiyeyê li gor pîvan û qanûnên cîrantî tevnagere û berdewame li ser kêm kirin û qut kirina ava Dicle û Firatê yaku, diherike Îraqê.
Di daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku, hikûmeta Tirkiyeyê bername û planeke nû bo ava kirina 20 bendavên din yên zêde li ser tevahiya şaxên her du rûbarên Dîcle û Firatê amade kiriye û di demên pêş de vê ev bendavên han werin avakirin.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, bi ava kirina wan bendavan ava ku, diherike Îranê her çend niha gelek kêm bûye, vê demê bi yekcarî tê qutkirin û ev jî zirarên gelek mezin dide Îraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin