Dibêje sermayegozariya me vê bandoreke baş li ser Îranê bike.
Li gor çapemeniya Erebî wezîrê darayî yê Siûdiyeyê Mihemed Cedan ragihandiye ku, piştî îmze kirina rêkeftina normal kirina têkiliyan di navbera Îran û Siûdiyeyê de, Siûdiye û Sermayedarên Siûdî dikarin li Îranê bilez dest bi sermayegozariyê di warên curbicur de bikin.
Cedan diyar kiriye ku, sermayegozariya Siûdî li Îranê vê bibe sedema vejandina Îranê û bandoreke gelek baş li ser rewşa abûrî û darayî ya Îranê dike.
Weke tê zanîn piştî demeke dirêj ji nakokiyan, beriya çend rojan Îran û Siûdiye bo normal kirina têkiliyan rêkeftinek îmze kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin