Lehiyên gelek mezin rabûne.
Îro danê sibê li çend parêzgeh û bajarên Bakûrê Kurdistanê baranên gelek bixor barîn û di encam de li bajarên ku, jiber erdhejê rastî ziraran hatibûn, lehiyên mezin rabûn.
Yek ji wan cîhên ku, têde lehî rabibûn Riha û Semsûre û di ecama wan lehiyan de herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dane û 9 kes jî wendane.
Li Rihayê, pişt barana zêde ya şeva 14ê Adarê li gelek cihan lehî rabû û zerar û ziyanên zêde çêbûn. Ji ber lehiyê 4 kes li ber avê çûn û canê xwe jidest dan. Herwiha 2 jê karmendên Berevaniya Şaristanî 6 kes wenda ne ku li ber avê çûne.
Li Rihayê di lehiyê de bi dehan otombîl li ber avê çûn û hejmareke zêde ya malan di bin avê da man. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Eyyubiyê di bin avê de ma û nexweşên di beşên çavdêriya hûr de bo nexweşxaneyên din hatin veguhestin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin