Naveroka civîna Serokwezîrê Kurdistan û Îraqê

vê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê werin çareserkirin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de behsa gelek mijaran hatiye kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;

Îro li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê me pêşwaziya Serokwezîrê federalî birêz Mihemed Sûdanî û şanda pê re kir.

Pişt re di civînekê de me behsa vê yekê kir ku, rewşeke goncaw û erênî û hewldaneke cidî heye bo çareser kirina kêşeyên li gel hikûmeta federalî û me got eger xwestek û îrade hebe dikarin tevahiya kêşeyan çareser bikin.

Me spasiya Serokwezîrê federalî jî kir bo hewldanên wî yên bo çareser kirina kêşeyên hilwastî bi taybetî destxweşiya wî kir bo pejrandina proje qanûna bûdceya federalî ku, bi hevkarî û hemahengiya navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî hatibû amadekirin û hêvî dikin ku parlementoya Îraqê jî di demeke kurt de ev projeya han weke xwe bipejrîne. Herwiha spasiya Serokwezîr û kabîneya hikûmeta Îraqê jî kir bo xilas kirina rêkarên biparêzgeh kirina Helebce û hêviya vê dikin ku, ev yek bibe destpêkek bo kêm kirina êş û azarên şêniyên Helebceyê.

Birêz Serokwezîrê federalî jî tekez li ser vê yekê kir ku, derfeteke baş û xwestekeke bihêz ya wan heye bo çareser kirina kêşeyan di çarçoveya destûrê û rêkeftina navbera aliyan bo ava kirina hikûmetê.

Di civînê de ku, di rewşeke dostane de hatibû lidarxistin me giftûgo derbarê çend mijarên din kir weke, girîngiya amade kirina her du proje qanûnên dadgeha federalî û petrol û gazê, cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê weke xwe û derketina hêzên çekdar yên derqanûnî û normal kirin û avedan kirina vê deverê, qerbû kirina zirardîtiyên destê rejîma Besê li gor destûrê, bi taybetî kesûkar û malbetên şehîdên kîmiyabaran û enfalkiriyan, herwiha pere pêdana hemahengî di navbera pêşmerge û artêşa Îraqê bo parastina asayîş û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.