Ev akademiya han li Nemsayê ye.
Îro Serokwzîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Xwendekarên akademiya dîplomatîkî ya Viyanayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke Xwendekarên akademiya dîplomatîkî ya Viyanayê kir.
Şandeke kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir ku, ev şeşemîn şanda vê akademiya hane yaku, serdana herêma Kurdistanê kiriye.
Şanda mêwan stayîşa pêşkeftin û avedanî û rewşa bihevre jiyana aştiyane li herêma Kurdistanê de kir.
Di bersifa pirsên beşdaran de, me behsa guhertin û pêşhatên li herêma Kurdistanê, Îraq û deverê de kir û balkêşande ser reformên kabîneya 9an yên di warê pir cure kirina çavkaniyên dahat, dîcîtalîzekirina xizmetgozariyên giştî û destpê kirin bi prosesa pere dayîna dîcîtalî.
Me herwiha behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û girîngiya çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin