Îsraîl dîsa êrîşî ser Hemayê kir

kuştî û birîndarên artêşa Sûriyeyê hene.
کوردستان TV
100%

Gelek leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Sûrî îro danê sibê, balefirên şer yên Îsraîlê careke din êrîşî navçeya Mîsaf ya ser bi parêzgeha Hemayê kirine.

Çapemeniya Sûrî qala vê yekê kiriye ku, di encama êrîşa han de çend leşkerên Sûrî hatine kuştin û birîndar bûn lê mekanîzma berevaniya asmanî ya Sûrî kariye çend mûşekên Îsraîlê beriya ku, bigehêjin armancan pûç bikin.

Heta niha Îsraîl li ser vê êrîşê ti daxuyanî nedaye û êrîşên Îsraîlê jî bo ser hêz û komên çekdar yên ser bi Îranê li Sûriyeyê berdewamin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.