Îraq 45 nexweşxane ava dike

welatiyên Îraqî yên xwedan nexweşiyên giran li Kurdistanê têne dermankirin.
کوردستان TV
100%

Li Bexda û bajarên din yên Îraqê ev nexweşxane têne avakirin.

Hikûmeta Îraqê ragihand ku, biryar daye daku, li Bexda û bajarên din yên Îraqê 45 nexweşxaneyên din yên giştî ava bike.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Îraqê bi ava kirina wan nexweşaneyan re li Bexdayê 2 hezar û 190 textên din yên nexweşxaneyan li Bexdayê zêde dibin.

Weke tê zanîn niha li Bexda û gelek bajarên din yên başûr û naverasta Îraqê welatiyên nexweş bi taybetî kesên bi nexweşiyên giran ketine bo derman kirinê serdana Kurdistanê dikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.