Ev rêkeftin bo normal kirina têkiliyên navbera her du aliyane.
Duhê di civîneke di navbera Îran û Siûdiyeyê de yaku, nunerên Çînê jî têde beşdar bû, piştî giftûgoyeke berfire di navbera Îran û Siûdiyeyê de rêkeftinek hate îmzekirin.
Ev rêkeftin bo normal kirina têkiliyên navbera Siûdiye û Îranê ye. Her çend Çîn hewl bo vê yekê daye û diyalgoa navbera Îran û Siûdiyeyê jî li Îraqê hatiye meşandin, lê di dema îmze kirina rêkeftinê de nunerê Îraqê amade nebûye.
Ji aliyeke di ve Îsraîl û hin welatên din yên derdor ji îmze kirina vê rêkeftina han dilgiranin û dibêjin îmze kirina vê rêkeftinê rê dide Îranê daku, zêdetir destwerdariya welatên deverê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin