Buhayê mal veguhastinê li Îstenbûlê gelek bilind bûye

sedî 10 buhayê mal veguhastinê bilind bûye.
کوردستان TV
100%

Xelk ji tirsa erdhejê ji Îstenbûlê der dikeve.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê jiber tirsa erdheja mezin ya Îstenbûlê yaku, gelek baldarî li ser têne dayîn, xelkê vê bajarê bilez dest bi vala kirina Îstenbûlê kiriye.

Çapemeniya Tirkiyeyê qala vê yekê dike ku, jiber zêde bûna daxwaza xelkê bo derketin ji Îstenbûlê, bazara kompaniyên mal veguhastinê gelek gerim bûye û niha buhayê mal veguhastinê li gor demên derbasbûyî sedî 10 bilind bûye.

Weke tê zanîn di 6ê Sibatê de du erdhejên mezin çend bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hejandin û nêzî 46 hezar kesan cane xwe ji dest dan û piştî wan erdhejan jî pispor derbarê Îstenbûlê de huşdarî didin û dibêje erdheja mezin ya Îstenbûlê jî di rê deye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.