Tirkiye daxwaza Îraqê qebûl kiriye

Tirkiye qebûl kiriye ava zêdetir derbasî Îraqê bibe.
کوردستان TV
100%

Vê rêjeya avê zêdetir bike.

Wezareta çavkaniyên avê û samanên xwezayî yên Îraqê diyar kiriye ku, beriya çend rojan Îraq bi fermî daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye daku, rêjeya avê ku, ji Tirkiyeyê ve diherike Îraqê zêdetir bike.

Wezareta çavkaniyên avê herwiha eşkere kiriye ku, Tirkiye bersifa erênî daye vê daxwaza han û vê rêjeya ava ku, derbasî Îraqê dibe were zêdetirkirin.

Wezaretê diyar kiriye ku, di demên derbasbûyî de jiber bendavên Tirkiyeyê yên li ser ava Dîcle û Firatê, rêjeya ava wan du rûbaran li Îraqê gelek kêm bibû lê Tirkiye qebûl kiriye ku, rêjeya ava han zêdetir bike û bi vê rengî metirsiya hişkesaliyê li ser hin navçeyên Îraqê nemîne.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.