Mesrûr Barzanî: Lazime kêşeyên heyî li ser esasê destûrê werin çareser kirin.

Îtalya piştîvaniya reformên hikûmeta Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Îtalyayê civiya.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê li gel balyozê Îtalyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Îtalyayê yê li Îraqê birêz Maurizio Greganti

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê birêz Michele Camerota jî têde beşdar bû, me giftûgo li ser pêşhat û guhertinên Îraq, deverê û pêşde birina zêdetir ya têkiliyên navbera Îtalya û herêma Kurdistanê kir.

Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi giftûgo kirin li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên Kurdistanê û di vê derbarê de jî me ev yek diyar kir ku, lazime di demeke goncaw ya îsal de hilbijartin were kir û nabe were paşxistin.

Balyozê Îtalyayê stayîşa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê di ware dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî de û kar kirin bo parastina mafên mirovan bi giştî û mafên jinan û rûbirû bûna tundûtîjiyê de kir.

Di beşeke din ya civînê de me nîqaş li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê bi awayeke hertimî kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.