Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîra derve ya Almanyayê Annalena Burbock kir.
Di civînê de ku, têde Cîgirê Serokê herêmê Şêx Cefer Şêx Mistefa jî amadebû, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştîvaniyên leşkerî, siyasî û însanî yên Almanyayê yên bo herêma Kurdistan û Îraqê kir û ev yek anî ziman ku, metirsiyên terorê hîn jî berdewamin lewre Îraq û herêma Kurdistanê pêdiviya xwe bi berdewamiya piştîvaniyên Almanya û civaka cîhanî heye.
Ji aliyê xwe ve wezîra derve ya Almanyayê Xatû Annalena Burbock diyar kir ku, Almanya bi girîngî ve li têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê dinêre û balkêşande ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bo normal kirina rewşa Şingalê ku, dibe sedema vegerîna awareyan û avedan kirina deverê.
Di berdewamiya civînê de têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin û Nêçîrvan Barzanî balkêşande ser hebûna rewşeke erênî ya diyaloga navbera her du aliyan bo çareser kirina kêşeyan û got hevkariyeke bihêz di navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge de bo rûbirû bûna DIŞIê heye.
Têkiliyên Îraq û herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, rewşa aware û penaberên li herêma Kurdistanê, rewşa şingal û Êzidiyan bi giştî û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş, mijarên din yên di rojeva civînê de bûn û Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir bo bi genocide nasîna komkujiya Êzidiyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin