Nêçîrvan Barzanî û wezîrê berevanî yê Amerîkayê civiyan

wezîrê berevanî yê Amerîkayê îro hatibû Îraq û Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Behsa şerê dijî DIŞIê û têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin kir û piştî bi dawî hatina civînê jî her du alî beşdarî di konferanseke hevbeş ya çepemeniyê de kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka konferansa çapemeniyê de got "Em li ser wê yekê hevfikirîn ku çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo aramiya herêmê giring e.”

Barzanî amaje bi rola Herêma Kurdistanê di dabînkirina aramiya navçeyê de kir û dibêje “Herêma Kurdistanê dê her dem bibe faktora aramiyê ji bo navçeyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser giringiya piştevaniya Amerîka bo Pêşmerge kir û got “Em spasiya berdewamiya piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge dikin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞê û ragihand “Em bi dehan salan bi hev re xebitin. Me ligel Hevpeymaniya Navdewletî herêmeke berfireh ji destê DAIŞê rizgar kir”

Lloyd Austin tekezî li ser rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û got “Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de roleke girîng lîst.”

Austin diyar kir ku ew piştgiriyê didin yadaştnameya ku di navbera Pêşmerge û Amerîkayê de hatiye îmzekirin û dibêje “Em piştgiriya xwe ji bo yadaştnameya jihevtêgihiştinê dubare dikin.”

Austin bal kişand ser wê yekê ku divê artêşa Iraqê û Pêşmerge bi hev re tevbigerin û wiha anî ziman “Hevkariya artêşa Iraqê û Pêşmerge girîng e. Divê Hewlêr û Bexda bi hev re kar bikin.”

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.