Serokwezîr li gel şandeke bankaya cîhanî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke bankaya cîhanî kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke bankaya cîhanî bi Serokatiya birêveberê herêmê yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê yê bankaya cîhanî birêz Jean-Christophe Carré kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê kar û projeyên hevbeş yên bankaya cîhanî li gel hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê binyatnana jêrxan, cade, karûbarên civakî, darayî û îdarî de kir.
Me tekez li ser girîngiya pere pêdana hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan û piştîvanî kirina reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî yên di ware ektîf kirina sîstema bankî û dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî de kir.
Rewşa aware û penaberên li herêma Kurdistanê û pêwîstiya hevkarî kirina hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê civaka navnetewî ve mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin