Îsraîl êrîşî ser vê balefirxaneya han kiriye.
Li gor çapemeniya Sûrî îro danê sibê balefirên şer yên Îsraîlî dîsa êrîşî ser balefirxaneya bajarê Helebê kirine.
Di encama êrîşa han de ev balefirgeh bi temamî ji kar hatiye xistin û niha ti liv û tevgerek li vê balefirgehê nayê dîtin.
Çapemeniya Sûrî her çend behsa zirarên canî nekiribe jî lê dibêje zirarên gelek mezin yên madî di encama êrîşê de çê bûne û balefirgeh ji kar ketiye.
Weke tê zanîn beriya niha jî Îsraîl çend caran jiber liv û tevgerên leşkerî yên Îranê û balefirên Îranî, balefirgehên Sûriyeyê kiribû armanca êrîşên xwe.
Heta niha Îsraîl li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin