Niha li Bexdayê ye û kêliyeke din ber bi Hewlêrê ve birê dikeve.
Li gor nûçeyeke ajansa Reuters îro wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ku, beriya du seatan bi serdaneke ji nîşkave gehêştiye Bexdayê, vê piştî kêliyeke din serdana Hewlêrê.
Biryare Lloyd Austin piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê, serdana Hewlêrê bike û li Hewlêrê jî li gel Serokê herêmê û Serokwezîrê Kurdistanê bicive.
Di civînan de vê giftûgo li ser çend mijaran were kirin bi taybetî şerê dijî terorê, hevkarî û hemahengiya navbera hêzên Amerîkî û hêzên pêşmerge.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin