Fermandarê hêzên Îtalî serdana wezareta pêşmerge kir.
Îro Fermandarê hêzên Îtalî yên li herêma Kurdistanê Jeneral Daniel serdana wezareta pêşmerge kir û ji aliyê Serokerkanê wezareta pêşmerge Îsa Uzeyir ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de her du aliyan giftûgo li ser reformên nava hêzên pêşmerge û yekxistina hêzên pêşmerge û pêngavên ku, heta niha di vê warî de hatine avêtin kirin.
Her di heman civînê de nîqaş li ser hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îtalî hate kirin û Fermandarê hêzên Îtalî jî tekez li ser domandin û berfiretir kirina hevkariyên Îtalyayê yên bo hêzên pêşmerge kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin