Bo bîranîna 32mîn salvegera raperînê peyamek belav kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bîranîna 32mîn salvegera raperîna mezin ya gelê Kurd de peyamek belav kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;
Bi minasebeta 32mîn salvegera raperîna mezin û biheybet ya gelê Kurdistanê ya di Adara 1991an de, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, pêşmergeyên qehreman û malbetên serfiraz yên şehîdan dikim.
Raperîna biheybet ya 1991an berhemê yekrêzî, yekîtiya hêzên Kurdî, pêkhateyên cuda û çînên xelkê Kurdistanê bû ku, bû weke werçerxaneke dîrokî di nava xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ya bo rizgarbûn ji stem, çewsandin, dagîrkarî û bidest anîna azadî de.
Raperîn peyameke eşkere û şefaf ya xelkê Kurdistanê bû bo tevahiya cîhanê ku, bindestî û dagîrkeriyê red dike û dixwaze bi serfirazî bijî.
Di vê bîranîna pîroz de tekez li ser hevhelwêstî û tebayiya xelkê nîştiman perwer ya Kurdistanê dikin bo berevanî kirin ji destkeftan û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê yên ku, bi her awayî berevaniyê ji wan dikin û dev ji wan ber nadin û berdewam dibin li ser karwanê avedan kirin û geşe pêdana Kurdistanê.
Di salvegera raperînê de serê rêzdariyê bo şehîdên nemir yên raperînê û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin