Dibêje di şerê dijî DIŞIê de me destkeftên girîng bidest xistine.
Serokerkanê giştî yê artêşa Amerîkayê Mark Milley di çarçoveya serdana xwe de bo Rojhilata Navîn, piştî serdana xwe ya bo Îsraîlê, duhê çû Rojavayê Kurdistanê ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) Mark Milley di vê serdana xwe de li gel leşker û rayedarên leşkerî yên Amerîkî û HSD jî civiya.
Milley eşkere kiriye ku, hêzên Amerîkî û HSD karîne di şerê dijî DIŞIê de destkeftiyên gelek girîng bidest bixin.
Nav hatî diyar kiriye ku, ewlekarî û berejwendiyên Amerîkayê bo me gelek girîngin û lewre em berdewam dibin li ser steratejiya xwe ya li deverê de û hevbeşiya navbera Amerîka û HSDê jî vê berdewam be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin