Raperîn li Raniyeyê destpê kir û bajêr bi bajêr dom kir.
Îro 5ê Adarê 32mîn salvegera destpê kirina raperîna mezin ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma dîktator ya Besê ye.
Di roja 5ê Adara 1991an de di destpêkê de xelkê bajarê Raniyeyê li dijî sitem, zordarî û dîktatoriyetê daket qadan û xwepîşandan kir, her heman roj bajarê Raniyeyê ji aliyê gelê Kurd ve hate rizgarkirin û rizgar kirina Raniyeyê jî bû destpêka raperîneke gelek berfire û nîştimanî.
Ev raperîna han di rojên pişt re jî dom kir û xelkê Raniyeyê jî pêşengiya raperînê kirin û di encama raperîna han de Başûrê Kurdistanê bi temamî ji destê rejîma dîktator hate azadkirin.
Li gel destpê kirina xwepîşandana girseyî, hêzên pêşmerge jî ketin tevgerê û rixmî piştîvanî û pêşengî kirina xwepîşandanê, ewlekariya bajaran jî parast û hatina hêzên pêşmerge jî morala xelkê bihêztir kir û xelk li deverên din yên Kurdistanê jî weke Raniyeyê daket qadan û heta 21ê Adarê tevahiya Başûrê Kurdistanê ji hêzên zordar û dagîrker hat paqêjkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin