Antonio Gutierres gehêşte Hewlêrê

li gel Serokê herêmê û Serokwezîr dicive.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Serokê herêmê ve hate pêşwazîkirin.

Kêliyek beriya niha Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Gutierres bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê û li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Biryare piştî merasîma pêşwazî Antonio Gutierres û Nêçîrvan Barzanî bicivin û behsa çend mijaran bi taybetî rewşa aware û penaberan û kemenetewên olî yên ku, ji Başûrê Îraqê hatine Kurdistanê bikin.

Tê payîn ku, piştî civînê li gel Serokê herêmê, Antonio Gutierres li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bicive.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.