Îran bi rêjeya sedî 84 uranium zengîn kiriye.
Derbarê zengîn kirina rêjeyeke zêde ji uraniumê ji aliyê Îranê ve, Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Ned Price daxuyanî da.
Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Ned Price di kongreya xwe ya çapemeniyê de ragihand ku, niha Amerîka lêkolînên hûr û bawermend li ser vê yekê dike ka gelo raste Îran bi rêjeya sedî 84 uranium zengîn kiriye an na?
Price eşkere kiriye ku, eger Îran sedî 84 uranium zengîn bike vê demê Îran ji çê kirina çekên etomî nê dibe û Amerîka jî bi ti awayî rê nade Îran vê yekê bike û rêkarên pêwîst li hember Îranê digire ber.
weke tê zanîn duhê jî ajansa etomiya cîhanê ragihandibû ku, Îran raya giştî ya cîhanê xapandiye û rêjeyeke gelek zêde ji rêjeya diyarîkirî ya di nava rêkeftinê de uranium zengîn kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin