Şemendeferek qeza kiriye û gelek kes jî birîndarin.
Çapemeniya Yûnanî li ser zarê rayedarên vê welatî belav kiriye ku, direngiya şeva derbasbûyî, şemendeferek qeza kiriye û di encama bûyerê de herî kêm 32 kesan canê xwe ji dest dane û 85 kesên din jî birîndar bûne.
Hate zanîn ku, di encama bûyera han de agir bi çend vagonan ketiye û gelek ji wan kesên ku, canê xwe ji dest dane, şewitîne û jiber şewatê canê xwe ji dest dane.
Heta niha sedema bê bûyerê nehatiye eşkerekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin