Kurdistan û Komara Çek di warê avê de hevkariya hev dikin

şandeke wezareta çandiniyê ya Kurdistanê serdana Komara Çek dike.
کوردستان TV
100%

Wezîra çavkaniyên avê li gel Konsulusê Komara Çek civiya.

Li gor daxuyaniyeke wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê, wezîra çandinî û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî li gel Konsulusê giştî yê Komara Çek li Hewlêrê Carl Kortanik civiyaye.

Di civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Komara Çek û herwiha çawetiya fêde wergirtina Kurdistanê ji ezmûna çandiniyê ya Komara Çek û çawetiya hemahengî kirin li ser  bikar anîna avê kirine.

Her di heman civînê de biryar hatiye dayîn daku, şandeke wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê li Kurdistanê serdana Komara Çek bike û ji nêz ve hayedarê kar û çalakiyên wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê ya Komara Çek be bi mebesta fêde wergirtin ji ezmûna Komara Çek  ya di warê çandinî û bikar anîna avê de.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.