Barzanî sembola gelekî zilim lêkirî

di 5ê Adarê de li bajarê Şinoyê bi axê hatiye spartin.
کوردستان TV
100%

Di 1ê Adara 1979an de koça dawî kiriye.

Serokê mezin yên Kurd û Kurdistanê, Sembola berxwedan û têkoşîna netewî ya Kurd, Mele Mistefa Barzaniyê Nemir di roja 1ê Adara 1979an de li nexweşxaneya Gorge Wahsington ya li Amerîkayê koça dawî kir.

Di rojê 4ê Adarê de termê nemir Mele Mistefa Barzanî gehêşte Tehrana paytexta Îranê, pişt re jî termê rehmetî bo bajarê Şino li Kurdistanê ( Rojhilatê Kurdistanê) hat veguhastin.

Li bajarê Şino bi sed hezaran Kurd li her çar parçeyên Kurdistan û derveya welat pêşwaziya termê nemir Mele Mistefa Barzanî kirin û Kurdên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê jî vê rojê bêyî guhdane sînoran, xwe gehandine Şino û di merasima bi ax spartina termê Nemir Mele Mistefa Barzanî de beşdar bûne.

Roja 5ê Adarê termê wî li goristana bajarê Şino li nêz gora Şêx Babo ( li ser wesiyeta Barzaniyê Nemir) hate veşartin.

Piştî raperîna mezin ya sala 1991an, di payîza 1993an de termê Nemir Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî ji bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê bo gundê Barzanê hate veguhastin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.