Îran gef li welatên Ewrûpî dike

dibêje jiyana Ewrûpiyan li ser petrol û ewlekariyê ye.
کوردستان TV
100%

Dibêje em dikarin derbên dijwar li wan bidin.

Fermandarê spaha Pasdaran ya Îranê Husên Selamî derbarê dorpêçên abûrî yên Ewrûpayê yên li dijî Îran û spaha Pasdaran de, gef li welatên Ewrûpî kir.

Husên Selamî eşkere kiriye ku, Îran xwedan karîne û dikare borda ( mesafeya) çekên xwe zêdetir bike û wisa bike ku, ev çekên han yên Îranî bigehêje welatên Ewrûpî jî.

Selamî tekez li ser vê yekê jî kiriye ku, Îran dikare derbeke dijar û giran li Ewrûpayê bide lê heta niha Îran derbeke wisa li Ewrûpayê nedaye û dikare vê yekê bike.

Nav hatî diyar kiriye ku, jiyana Ewrûpiyan li ser ewlekarî û petrolêye lewre lazime haya wan ji xwe hebe û jiyana xwe nexin metirsiyê.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.