Dibêje di tetbîqatê de çekên navxweyî têne cerbandin.
Fermandariya giştî ya hêzên çekdar yên Îranê ragihandiye ku, îro sêşem hêzên çekdar yên Îranê dest bi tetbîqatek bi navê Parêzerên asmana welayetê kirine.
Li gor daxuyaniya han de di vê tetbîqata ku, vê çend rojan bidome çek û amûrên leşkerî yên ku, ji aliyê pisporên navxweyî yên Îranê ve hatine çêkirin têne bikaranîn û cerbandin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ev tetbîqata han tetbîqateke asmaniye û li ser du beş ji sê beşên asmana Îranê tê organîzekirin û armanc ji vê tetbîqata han jî berfiretir û bihêztir kirina karînên berevaniya asmanî yên Îranê û cerbandina berhemên nû yên navxweyî yên Îranê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin