Bo kirîn û hawirde kirina berhemên petrolê xerc kiriye.
Li gor raporteke kompaniya firotina petrola Îraqê ( SOMO) sala derbasbûyî hikûmeta Îraqê bo kirîn û hawirde kirina petrola spî û benzînê bi qasî 5 miliyar dolaran xerc kiriye.
Li gor daxuyaniya han di sala 2022an de li gor sala 2021an rêjeya hawirde kirina petrola spî û benzînê ji derve bi qasî sedî 60 zêde bûye û bo vê yekê jî bi qasî 5 miliyar û 299 miliyon û 817 hezar dolar hatiye xerckirin.
Somo bahsa vê yekê nekiriye ka gelo petrola spî û benzîn ji kîj welatan hatiye hawirdekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin