7 kopmaniyên Îranî û 121 navend û welatiyên Rûsî di lîsteya nû dene.
Yekîtiya Ewrûpayê duhê civînek derbarê salvegera şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê de lidar xistibû.
Di civînê de giftûgo li ser hevkariyên Îranê yên bo Rûsyeyê bi taybetî şandina dronên Îranî bo Rûsyeyê û bikar anîna wan li dijî Ukraynayê hatibû kirin.
Herwiha di civînê de jî YE fikarên xwe li dor vê yekê ku, eger heye Rûsye li hember dronên Îranî balefirên cengî bide Îranê, diyar kiribû.
Di dawiya civînê de biryar hatiye dayîn daku, dorpêçên nû li ser Rûsye û Îranê werin danîn û di vê çarçoveyê de 121 naved û welatî û rayedarên Rûsî û 7 kompaniyên Îranî yên di warê pîşesaziya berevanî ya Îranê de, ku, rola wan di hevkarî kirina Rûsyeyê de heye, hatine cezakirin.
Weke tê zanîn ev dehemîn lîsteya dorpêçên YE li dijî Rûsyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin