Dibêje em dikarin di 2 hezar km de li wan bidin.
Fermandarê hêzên asamî û berevaniya asmanî ya Îranê Emîr Elî Hacîzade di gotareke xwe de behsa hêz û karînên mûşekî yên Îranê kiriye û ragihandiye ku, di warê mûşekî û teknolojîkiya mûşekî de Îran kariye gelek gavên girîng bavêje.
Emîr Elî Hacîzade diyar kiriye ku, karînên Îranê wisa pêşketine ku, mûşekên Îranî dikarin bi duriya 2 hezar km navên cengî yên Amerîkî bikin armanca êrîşên xwe.
Nav hatî behsa vê yekê jî kiriye ku, eger Îran bihêz nebe vê Amerîka şer bo nava sînorên Îranê veguhêze lewre Îran jî hewl bo vê yekê dide daku, mekanîzmaya şer ya Amerîkayê lawaz bike.
Weke tê zanîn du dronên nenas li bajarê Kerecê ya li nêzî Tehranê navendeke leşkerî ya Îranê bordiman kiribûn û gelek zirarên mezin jî dabûn vê navenda han.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin