Îro jî dîsa êrîşî ser Îsraîlê hate kirin.
Ev du roje alozî û nakokiyên dijwar di navbera Îsraîl û Felestînê de ser hildane û heta niha jî di encama wan aloziyan de herî kêm 11 Felestînî li Nablusê hatine kuştin û 80 kes jî birîndar bûne.
Duhê danê sibê komên çekdar bi mûşekan êrîşî ser Îsraîlê kiribû û Îsraîl jî li Nablusê êrîşî ser wan komên çekdar kiribû.
Her di çarçoveya wan aloziyan de îro dîsa ji aliyê Xezeyê ve bi mûşekan êrîşî ser Îsraîlê hate kirin û tê gotin ku, Îsraîl jî bersifa êrîşê daye lê heta niha encamên vê nehatine zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin