Navenda vîzeya dîcîtalî ya Kurdistanê hate vekirin

vê gelek xizmetgozariyên giştî werin dîcîtalîzekirin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hate vekirin.

Îro navenda vîzeya dîcîtalî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hate vekirin û Serokwezîr jî li ser vê mijarê wisa nivîsandiye;

Kêfxweşim ku yekem portal vîzeya elektironîkî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ( visit.gov.krd) ragehînim ku, beşeke ji karnameya hikûmetê di warê dîcîtalîzekirina xizmetgozariyên giştî û bi elektironîkî kirina karûbarên hikûmetê ku, biryare ta dawiya sala 2025an bi dawî bibe.

Teknolojiya û datayên vê xizmetgozariyên han asankarî dikin bo berdest xistina xizmetgozariyên dîcîtalî zêdetir ku, rê xweş dikin bo nûjen kirina balefirxane û deriyên sînorî yên me û herwiha hevkar dibe bo çê kirina derfetên bazirganî yên nû li gel hevbeşên me yên navnetewî.

Vîzeya dîcîtalî yek ji çend xizmetgozariyên din yên vê kabîneya hane ku, bo baştir kriina xizmetgozariyên giştî û asankirî kirin bo kar û barên bazirganî li Kurdistanê de û hinek ji wan jî vê di çend mehên pêşiya me de têne ragihandin.

Destxweşiya wezareta navxwe û fermangeha teknolojîkî û zaniyariyan dikim ku, xizmetgozariyên dîcîtalî kirine karên xwe yên herî li pêş û pêbendî karnameya werçerxana dîcîtalîne.

Portalên elektironîkî yên nû, rê dide serdanîkeran û Hêlbirêneran ku, bi awayeke onlîne daxwaza vîze bikin, ev yek jî bo pêşde birina torîz û hêlbirîna biyanî li  herêma Kurdistanê de hevkare.

Hevdem li gel vîzeya dîcîtalî de, çend sîstemên din yên bo baştir kirina ewlekariya sînoran hatine pêşxistin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.