Li Îranê malbeteke 6 kesî întîhar kir

kesek di warê namûsî de kêşe bo vê malbetê çê kiriye.
کوردستان TV
100%

Jiber kêşeyeke namûsî ev malbeta han întîhar kiriye.

Li gor çapemeniya Îranî li bajarê Meşhedê li Rojhilatê Îranê jiber kêşeyeke namûsî, malbeteke 6 kesî întîhar kiriye.

Çapemeniya Îranî ragihandiye ku, jiber kesek ku, ajovanê tirimbîlek bûye û bi berdewamî, kêşe bo endamên malbeteke 6 kesî li vê bajarê çê kiriye, ev her 6 endamên malbetê neçar mane bi rêya xwarina dermanan xwe întîhar bikin.

Rojnameya Xorasan yaku, bi zimanê Farsî li Meşhedê der diçe, belav kiriye ku, pêrê ciwanek ku, endamê vê malbetê bûye jiber kêşeyên namûsî ku, keseke din bi dayik û xuşika wî çê kirine întîhar  kiriye û duhê jî dayik, bav û xuşikên wî jî bi hevre bi rêya xwarina dermanan îtnîhar kirine.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.