Îro Serokê Amerîkayê Jeo Biden bi serdaneke çaverê nekirî gehêşte Kieva paytexta Ukraynayê û ji aliyê Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski ve hate pêşwazîkirin.
Ev serdana Biden bo Ukraynayê di demeke deye ku, çend roj maye daku, êrîşên Rûsyeyê yên bo ser Ukraynayê bikevin salekê û serdana han jî nîşaneya piştîvaniya Amerîkayê ye bo Ukraynayê li dijî Rûsyeyê.
Derbarê serdanê de Koşka Spî jî ragihandiye ku, Serokê Amerîkayê soz daye daku, çek, cebelxane, radar, sîstemên çavdêriya asmanî û sîstemên antî tankan bişîne Ukraynayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin