Vê komîteyeke hevbeş were avakirin.
Li gor daxuyaniya navenda çapemenî û zaniyariyan ya hikûmeta herêma Kurdistanê, duhê di navbera şanda danûstandinkar ya Kurdistanê û Bexdayê de lihev hatinek li dor qanûna petrol û gazê çê bûye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, Hewlêr û Bexda li ser ava kirina komîteyeke hevbeş bo amade kirina bernivîsa proje qanûna petrol û gazê lihev kirine û di demeke nêz de vê ev komîteya han were avakirin.
Weke tê zanîn duhê şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê çûbû Bexda û li gel aliyên têkildar yên Îraqî civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin