Li ber deriya bajarê Hewlêrê Serokwezîr pêşwaziya vê tîma han kir.
Piştî çend rojan hewldan û alî karî kirin û pêşkêş kirina xizmetgozariyan bo zirarêmendên erdhejên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ( Tirkiye û Sûriyeyê) îro tîma hawar hatinê ya hikûmeta Kurdistanê û dezgeha xêrxwaziya Barzanî vegeriya Kurdistanê.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ber deriya bajarê Hewlêrê pêşwaziya vê tîma han kir û di dema pêşwaziyê de jî Mesrûr Barzanî gotareke kurt pêşkêş kir û destxweşî li vê tîma han kir û ragihand ku, we erkeke gelek girîng û pîroz ya exlaqî û însanî bicîh gehandiye û em bi we serfirazin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha spasiya endamên vê tîmê kir ku, karîne him li Tirkiye û him jî li Sûriyeyê bi hawara zirardîtiyan ve biçin û hevkariya wan bikin û got destê we sax bin em bi we serfirazin û hun cîhê serfiraziya me ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin