Serokê herêmê li gel wezîrê geşe pêdana Almanyayê civiya

dibêje aramiya siyasî û ewlekarî ya Îraq û Kurdistanê bo Almanyayê gelek girînge.
کوردستان TV
100%

Îro li Munichê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê dewlet bo karûbarên hemahengiya abûrî û geşepêdanê yê Almanyayê Niels Ann kir.

Di civînê de nîqaş li ser porjeyên abûrî yên Almanî li Îraq û herêma Kurdistanê de hate kirin û tekez li ser girîngiya aramiya siyasî û ewlekarî li Îraq û Kurdistanê bo Almanyayê hate kirin û hate gotin ku, eger aramî û ewlekarî hebe, vê Almanya baştir bikaribe projeyên girîngtir cîhbicîh bike.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser rewşa giştî ya Îraqê û hewldanên heyî yên bo cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û normal kirina rewşa Şingalê kirin.

Wezîrê Almanî diyar kir ku, gelek girînge rewşa Şingalê normal be daku Almanya bikarêbe projeyên mezintir cîhbicîh bike.

Şerê dijî teror, metirsiyên terorê bi taybetî li deverên madeya 140, rewşa Sûriyeyê û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.