Îtalya têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Îtalya dibêje têkiliyên li gel Kurdistanê bo me gelek girîngin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê li Munichê li gel wezîrê derve yê Îtalyayê civiya.

Îro yekşemî 19.02.2023 li bajarê Munchenê, di çarçoveya bernameya xwe ya li Konferansa Asayîşa Munchenê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tiani kir.

Her du alî tekez li ser xwesteka dualî ji bo pêşxistina peywendiyên Îtalya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî berfirekirina alîkariyên Îtalya bo Herêma Kurdistanê di warê şûnwarnasiyê de û herwiha dabînkirina cezayên xwendinê ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li Îtalyayê.

Wezîrê derve yê Îtalyayê behsa vê yekê kir ku, welatê wî girîngiyeke zêde dide têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê û Îtalya dixwaze derfetên zêdetir û aramiya zêdetir bo projeyên hevbeş bo kompaniyên Îtalî li herêma Kurdistanê û Îraqê de werin afirandin.

Ji aliyê xwe ve jî Nêçîrvan Barzanî xwesteka herêma Kurdistanê bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan di tevahiya waran de li gel Îtalyayê diyar kir û ragihand ku, hikûmeta herêma Kurdistanê her cure asankarî û hemahengiyek pêşkêşî kompaniyên Îtalî yên ku, li herêma Kurdistanê de hêlbirînê bikin, dike.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji gotinên xwe de spasiya Îtalyayê kir bo hevkarî û piştîvaniyên ku, di her warî de pêşkêşî herêma Kurdistan û Îraqê kiriye.

Her du alî  pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê, pirsgirêka enerjiyê ya Ewropayê û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.