Li Dîmeşqê navenda hêzên Îranî bordiman kiriye.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kiriye û têde qala êrîşeke Îsraîlê bo ser navendeke çekdarên Îranî û hizbulaha Libnanê li Sûriyeyê kiriye.
Li gor daxuyaniya han, duhê bişev Îsraîl bi çend mûşekan êrîşî ser çend navendên hêzên çekdar yên Îranî û hizbulaha Libnanê li Kefer Sûse li Dîmeşqê kiriye.
Di encama êrîşa han de Fermandarekî Îranî ku, navê wî nehatiye zanîn hatiye kuştin û li gel wî jî herî kêm 15 çekdarên Îranî û hizbulaha Libnanê hatine kuştin û bi dehan çekdarên din jî birîndar bûne.
Heta niha ne Îsraîl û ne jî Îran li ser vê êrîşa han zaniyarî belav nekirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin