Şand îro dîsa diçe Bexdayê û çend hevdîtinan pêk tîne.
Serokê dîwana civata wezîran ya hikûmeta herêma Kurdistanê Omîd Sebah ragihan ku, vê îro careke din şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê bi mebesta domandina civîn û hevdîtinên xwe yên li gel hikûmeta federalî, biçe Bexdayê.
Omîd Sebah eşkere kiriye ku, armanc ji serdan û civînên li Bexdayê berdewam kirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ye li ser pirs û kêşeyên hilwastî yên di navbera her du aliyan de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin