Duhê li gel gelek aliyan civiya bû.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku, bo beşdarî kirin di konferansa ewlekariya Munichê de li vê bajarê ye, civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din didomîne.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhê li gel Serokwezîrê Ermenistanê, Serokwezîrê Polonyayê, Cîgira wezîrê berevanî yê Amerîkayê, hijmareke Senatorên Amerîkî û Serokwezîrê Îraqê civiya bû.
Biryare îro jî Nêçîrvan Barzanî li gel hijmareke din ji rayedar û berpirsên welatên beşdar di civînê de hevdîtinan pêk bîne.
Di civîn û hevdîtinan de giftûgo li ser têkiliyên Kurdistanê li gel wan welatan, rewşa giştî ya li Rojhilata Navîn, şerê dijî DIŞI û metirsiyên terorê û pêşde birina têkiliyên Kurdistanê li gel aliyên din tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin