Behsa têkiliyên bazirganî û abûrî di navbera her du aliyan de hate kirin.
Îro li Parîsa paytext Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel hijmareke zêde Karsaz û Pîşesazên Frensî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro di çarçoveya serdana xwe de bo Franseyê, li nivîsîngeha sereke ya dezgeha bazirganî ya Fransî bo kompaniyên Frensî ( Mouvement des entreprises de France) MEDEF, bi Parîsê li gel hijmareke Karsaz, Hêlbirîner, Bazirgan û nunerên çend kompaniyên Frensî civiyan.
Di civînê de me balkêşande ser rewşa giştî ya abûrî li herêma Kurdistanê û reformên kabîneya 9an di warê pir cure kirina abûrî, çavkaniyên dahat, sazmandehî kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî, dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî û pêşkêş kirina asankariyên pêwîst bo Hêlbirînerên navxwe û derve.
Me hana kompaniyên Frensî da ku, zêdetir hêlbirînê li herêma Kurdistanê de bikin û amadebûna hikûmeta Kurdistanê jî ya bo pêşkêş kirina hevkarî û hemahengiyên pêwîst bo vê yekê diyar kir.
Di dawiya civînê de, amadebûyan çend nêrîn û raman di warê pêşde birina hêlbirîna Frensî li herêma Kurdistanê pêşkêş kir û me jî bersifa pirs û têbîniyên beşdarên civînê da.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin