Tenê li Cindirêsê zêdetir ji hezar kesan canê xwe ji dest dane.
Erdhejên mezin yên ku, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hejandibûn hîn jî di rojevê dene û di vê derbarê de birêveberê tendirostiya Efrînê Dr, Ehmed Îsa ragihandiye ku, heta niha jiber erdhejê bi tenê li Cindirêsê herî kêm 1000 kes canê xwe ji dest dane.
Dr, Ehmed Îsa eşkere kiriye ku, hîn jî gelek kesên din di bin kavilan de mane ku, werin rizgarkirin û niha li nexweşxaneyên herêmê de cîhê hevandina birîndaran nemaye.
Ehmed Îsa herwiha eşkere kiriye ku, heta niha tenê dezgeha xêrxwaziya Barzanî hevkarî gehandiye xelkê Efrîn û Cindirêsê û tenê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî bi hawara xelkê wan deveran ve hatiye û ti aliyeke din ti hevkariyek pêşkêşî wan nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin