Li Diyala û Rojhilatê Îraq ji aliyê artêşa Îraqê ve hatine kuştin.
Peyvdarê hêzên çekdar yên Îraqê Yehiya Resûl ragihand ku, di encama êrîşeke balefirên cengî yên Îraqê de herî kêm 7 terorîstên DIŞI hatine kuştin.
Yehiya Resûl diyar kiriye ku, îro danê sibê balefirên şer yên Îraqî du caran êrîşî ser terorîstên DIŞIê yên li çiyayê Hemrîn û Rojhilatê Îraqê kirine û di encama wan du êrîşan de li Hemrînê waliyeke DIŞIê û li Rojhilatê Îraqê jî 6 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin