Dibêje hîn jî gelek bîna mane ku, têde lêgerîn were kirin.
Mamsoteyê zanîngehên teknîkî ya Îstenbûl û Maltepeyê û herwiha jeofîzîkzanê navdar yê Tirkiyeyê Prof Dr Ehmed Ercan amareke gelek balkêşe derbarê erdhejê de belav kir.
Nav hatî di dema beşdariya xwe di bernameyeke telefiziyonî ya Tirkiyeyê de ragihand ku, hîn jî gelek bîna û xaniyên herifî mane ku, di nava wan de lêgerîn were kirin û xelk were rizgarkirin.
Ercan herwiha eşkere kiriye ku, li gor hijmara şêniyên wan deveran û raportên berdest niha 155 hezar kes di bin kavilan de li benda hawar hatin û rizgar kirinê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin