Li ser fermana Serokwezîr îro danê êwarê ev şanda han dîsa diçe Bexdayê.
Biryare îro şemî danê êwarê şanda danûstandinkar ya Kurdistanê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo domandina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê biçe Bexdayê.
Di vê derbarê de Serokê dîwana Serokatiya civata wezîran Omîd Sebah nivîsandiye ku, li ser fermana Serokwezîr vê îro danê êwarê bo domandina danûstandinên taybet bi çareser kirina kêşeyên hilwastî şanda danûstandinkar ya Kurdistanê biçe Bexdayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin